Nihat Kavşut
06 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Ji bona Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) rêzika ku emrê serokê fonê bi 65an dihat sînorkirin hat rakirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya IMFyê Lijneya Rêvebiriyê ya IMFyê bi pirdengî rêzika ku emrê serokê fonê ji bona hilbijartinê bi 65an dihat sînorkirin û piştî hilbijartinê jî bi 70 dihat sînorkirin rakir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ev şert di sala 1951an da hatiye danîn û di ciyê Chrîstîne Lagardeya ku wezîfeya wê temam bû da jî di 4ê Cotmehê da hilbijartin wê bê kirin.
Li gor agahiyan Ewropa wê ji bona serokatiyê Krîstalîna Georgîevaya Rayedara Payebilind ya Bankeya Dinyayê ya ji Bulxaristanê pêşniyaz bike û guherîna navborî jî ji ber ku Krîstalîna Georgîeva di 13ê Tebaxê da dikeve 66 saliya xwe ji bona bibe seroka nû ya IMFyê hatiye kirin.