Dinya

Li Hindistanê jinika 73 salî cêwî anî

Li Andra Pradeşa eyaleta Hindistanê jinika 73 salî piştî ku tedawiya dergûşên tûpê dît cêwî anî

Nihat Kavşut  | 06.09.2019 - Rojanekırın : 08.09.2019
Li Hindistanê jinika 73 salî cêwî anî

Ankara

Li Andra Pradeşa eyaleta Hindistanê jinika 73 salî piştî ku tedawiya dergûşên tûpê dît cêwî anî.

Li gor nûçeya BBCyê Magayamma Yaramatiya 73 salî û Sitarama Rajaraoyê mêrê wê yê 82 salî bi salan tedawiya dergûşên tûpê dîtin.

Yaramatiyê herî dawîn di çavdêriya Dr. Uma Sankar da du mehan tedawiya dergûşên tûpê dît û bi emeliyeta sezaryanê duh cêwiyên wê yên keçik çêbûn.

Dr. Sankar destnîşan kir ku rewşa dayik û zarokan baş e.

Li gor agahiyan Rajaraoyê bavê keçikan ku piştî zarok welidîn felçê lêxist tê dermankirin.

Li Pencara eyaleta Hindistanê sala 2016an da Daljinder Kaurê di 72 saliya xwe da zarokekî kurîn anîbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın