Haydar Şahin
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
MÛSIL
Li Iraqê ji vir salek berê li dijî DEAŞa rêxistina terorê bi ser ketin ligel vê ji bo îmara Mûsila bajarê herî mezin 2yan ê welêt hê gav nehatin avêtin.
Binesaziya xirabûyî, kêmasiya xizmetên dewletê û bêkariya hê dewam dike firsendê nade welatiyên ku ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê herêmê terk kiribûn dîsa vegerin malên xwe. Ji ber êrîşên terorê û pevçûnan Mûsil bû xirabe, ser xilaskirinê ra salek derbas bû lêbelê hê jiyan venegeriya halê normal.
Zubeyr Ereciyê Qaymeqamê Mûsilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û vegerîna koçberên navxweyî û çalakiyên di van demên dawîn da DEAŞ dike nirxand.
- Li Mûsilê 73 pire tep bûn
Erecî diyar kir ku ji bo avakirina bajêr hê tiştek nehatiye kirin û wiha axivî: "Ji bo îmarkirina Mûsila ku DEAŞê xirab kiribû bi qasî 50 milyar dolarî pere lazim dike. Bi vê çavkaniyê va bajar ew ê bigihêje binesaziyeke baş."
Erecî diyar kir ku binesaziya bajêr zirareke mezin dîtiye, li Mûsilê 5ê wan mezin bi tevahî 73 pire tep bûne, nikarin xizmetê bidin gel, ji ber vê jî welatî zehf hêdî vedigerin bajêr.
Erecî got projeyên binesaziyê yên ku dest pê kirin jî berwext in û wiha axivî: "Ji bo li Mûsilê jiyan vegere halê normal gelek projeyên dibê demildest werin temamkirin hene. Avakirina wargeh, nexweşxane, xwendingehan û başkirina xizmetên bingeh di nav projeyên sereke da ne. Ji bo pêşketina bajêr dibê ev projeyan werin temamkirin."
- "350 hezar kesên ji Mûsilê hê li kampan dijîn"
Erecî bi bîr xist ku hê bi hezaran gelê Mûsilê wekî koçberên navxweyî li konbajaran dijîn û wiha pê da çû:
"Li gor agahiyên herî dawîn hatin ber destê me 350 hezar koçberên ji Mûsilê hê li kampan dijîn. Ji ber ku malên wan hilweşyane, bêkarî heye û şert û mercên jiyanê zor in kes naxwaze vegere. Hin koçberên navxweyî yên vegeriyan bajêr jî dema rewşê dibînin carekê dîsa vedigerin konbajaran."
- "Li Mûsilê ewlehî baş e"
Qymeqam Erecî der barê êrîşên ku di van demên dawîn da DEAŞa rêxistina terorê dike da jî got ku li bajêr pirsgirêka ewlehiyê tune.
Erecî diyar kir ku wekî herêmên din ên welêt li Mûsilê jî carcaran endamên DEAŞê êrîşên terorê dikin û wiha axivî: "Li Mûsilê jî hin bûyerên tundiyê diqewimin lêbelê ev nayê wê meneyê ku îstiqrar tune. Li bajêr ewlehî baş e û rîsk tune. Bi piştgiriya hêzên ewlekariyê li bajêr pirsgirêka ewlehiyê tune."
Artêşa Iraqê piştî 3 salan di tîrmeha 2017an da Mûsil ji DEAşê xilas kiribûn. Salek ser ra serbas bû ku Mûsil hatiye xilaskirin lêbelê hê li Mûsilê rêça şer heye.