Dinya

"Ez ê rewşa derasayî ya aborî û civakî îlan bikim"

Serokomarê Fransayê Emmanuel Mecron ji Qesra Elyseeyê bangî welatiyan kir û li ser protestoyên êlegzeran daxuyanî da

Haydar Şahin  | 11.12.2018 - Rojanekırın : 12.12.2018
"Ez ê rewşa derasayî ya aborî û civakî îlan bikim"

Ile-de-France

PARÎS 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Mecron ji Qesra Elyseeyê bangî welatiyan kir û li ser protestoyên êlegzeran daxuyanî da.

Macron got ku ew ê bûyerên tundiyê tu carî efû nekin, tu hêrsek tundiya li ser polêsan mafdar nîşan nade, dibê bi sikunet tevbigerin.

Serokomar Macron destnîşan kir ku hêrsa gel ji bîr nekiriye, hêrsa wan ji ber zema sotemeniyê dest pê kir û hêrseke hê jî kûr e.

Rewşa derasayî ya aborî û civakî

Macron got ku rewşa derasayî ya aborî û civakî îlan kir, haya wî ji kesên di şert û mercên dijwar da dijîn û nikarin dawiya mehê bînin heye.

Macron destnîşan kir ku şaşiyên 40 salên dawîn derketin holê, ji bo vê rewşê serast bike hingî hatiye ser wezîfeyê xebatan didomîne û hemû berpirsyarî hildaye ser xwe û bawer dike ku ew ê çareseriyekê bibînin.

"Dixwazim Fransayeke teze ava bikim"

Macron got dixwaze Fransayeke teze ava bike, barekî din nede ser pişta saziyan û mehaneya asta binî ji sala 2019an pê va 100 ewroyî zêde bike.

Serokomar Macron ji saziyan xwet ku bira di dawiya salê da prîmê bidin xebatkarên xwe, ew ê di vê rewşê da baca zêde ji wan nexwaze.

"Ji bo mesaiya zêde bacê nestînin"

Wekî mayîn Macron diyar kir ku ew ê ji sala 2019an pê va ji bo mesaiya zêde bacê nestînin.

Macron got ku ew ê ji mehaneya teqawidbûnê ya ji 2 hezar ewroyî kêmtir pere nebirin, Serokwezîr Edouard Philippe ew ê sibê van biryaran pêşniyazî Meclisa Neteweyî bike.

"Dibê meseleya penaberan bînin rojevê"

Serokomar Macron got dibê meseleya penaberan bînin rojevê, ji bo li ser pirsgirêkan biaxivin ew ê hemû şaredariyên li welêt ziyaret bike.

Macron diyar kir ku li welêt demeke dîrokî dijîn hemû hewlên wî ji bo gel e.

Sedema protestoyan

Li Fransayê di 17ê Mijdarê da ji ber zemên sotemeniyê û şertên nebaş ên aboriyê protestoyan dest pê kiribûn û demekê şûnda protesto vegeriyabûn hêrsa li dijî rêveberiya Macron.

Ev xwepêşanên wek "êlegzer" tên binavkirin li Fransayê xwepêşanên herî mezin ên salên dawîn hatibûn nirxandin.

Êlegzer ji Macron dixwazin bila rewşa wan a aboriyê baş be, zema sotemeniyê bê betalkirin.

Herçiqas Macron daxuyand ku di sala 2019an da zema sotemeniyê hat betalkirin jî, êlegzeran gotibûn ev têrê nake û ewê xwepêşanên xwe bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın