Ji Amerîkayê bo welatiyên xwe hişyariya "baldartir bin"
Ankara
Hikûmeta Amerîkayê di demekê da ya êrîşên dijî Îranê û bersivdayinên Tehranê didomin, yên li Rojhilata Navîn di serî da bangî welatiyên xwe yên li tevahiya dinyayê kir ku baldartir bin.
Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der heqê mijarê da daxuyaniyeke nû hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li tevahiya dinyayê nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê halêhazir tên hedefgirtin û her wiha dem demî ragirtina qada asîmanî dibe ku di seyahetan da bibe sedema astengiyan.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, "komên têkilarî Îranê li tevahiya dinyayê dibe ku cihên têkildarî Amerîkayê hedef bigirin" û ji welatiyên li dervayî welêt ra jî hat pêşniyazkirin ku ragihandinên ewlehiyê yên rojane yên ji hêla Balyozxane û Konsolosxaneyên Amerîkayê yên herî nêzîk tên weşandin, bişopînin.
Di daxuyaniyê da yên li Rojhilata Navîn di serî da bang li welatiyên Amerîkayê yên li tevahiya dinyayê hat kirin ku baldartir bin.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
