Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê balafirê dema danî li wesayîta îtfaiyeyê qelibî
Di qezayê da li gorî encamên destpêkê, pîlot û pîlotê alîkar mirin û 2 kes jî birîndar bûn
Ankara
Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li Balafirgeha LaGuardiayê, balafira rêwiyan di dema danînê da li wesayîta îtfaiyeyê qelibî û di encamê da pîlot û pîlotê alîkar mirin.
Li gorî nûçeya CNNê, balafira Air Canadayê ya ji bajarê Montrealê yê Kanadayê firiya, dema danî Balafirgeha LaGuardiayê li wesayîta îtfaiyeyê qelibî.
Li gorî daxuyaniya peywirdarên ewlekariyê, balafira ku tê da 72 rêwî û 4 muretebat hebûn, pîlot û pîlotê alîkar mirin.
Piştî bûyerê gelek ekîbên rewşa bilez ber bi pîstê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin, di pozika balafirê da xesar çêbû û her wiha ji yên di wesayîta îtfaiyeyê da jî 2 kes birîndar bûn.
Balafirgeh ji bo qasekê hat girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
