Îranê ragihand ku "keştî dikarin bi kordîneya Tehranê ji Tengava Hurmuzê derbas bibin"
İran
Wezareta Karên Derva ya Îranê ragihand ku keştiyên welatên ku beşdarî êrîşên li dijî Îranê nebûne "bi kordîneya Tehranê dikarin ji Tengava Hurmuzê derbas bibin."
Wezareta Derva ya Îranê ragihand ku ew ê destûr nedin ku keştiyên ku bi Îsraîl û Amerîkayê va girêdayî ne ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku keştiyên ku aîdî welatên ku beşdarî êrîşên li dijî Îranê nebûne "dikarin di bin kordîneya rayedarên pêwendîdar da ji Tengava Hurmuzê derbas bibin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Amerîka û Îsraîl berpirsiyarê her metirsiyeke ewlehiyê ya li Tengava Hurmuzê ne û hat gotin ku ji bo misogerkirina ewlekariya mayînde li herêmê divê êrîşên leşkerî bi dawî bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
