Haydar Karaalp
30 Mijdar 2024•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2024
Rêvebiriya Iraqê ragihand ku sînorên xwe bi temamî girtine.
Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Korgeneral Qeys el-Mihemmedavî daxuyanî da INAya ajansa nûçeyan ya Iraqê.
Korgeneral Qeys el-Mihemmedavî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hemû sînorên xwe bi temamî girtine û got ku hêzên ewlehiyê ji bo parastina Iraqê li benda fermanên Serokwezîr Mihemmed Şiya es-Sûdanî ne.
Fermandarê Hêzên Sînor yê Iraqê General Mihemmed Ebdulwehab es-Sûaydî diyar kiribû ku li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê xebatên zeximkirinê dimeşînin û tevdîran zêde dikin.