Dinya

Iraqê maweya girtîmayîna qada asîmanî 3 rojên din jî dirêj kir

Ali Makram Ghareeb  | 04.03.2026 - Rojanekırın : 04.03.2026
Iraqê maweya girtîmayîna qada asîmanî 3 rojên din jî dirêj kir

At Ta mim

KERKÛK (AA) - Iraqa ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê qada xwe ya asîmanî ji firînan ra girt, biryar sitand ku vê maweyê ji bo 3 rojên din jî dirêjtir bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê, ji ber dewamkirina rageşiya li Rojhilata Navîn, Iraq dê qada xwe ya asîmanî 72 saetên din jî ji firînan ra girtî bihêle.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, maweya navborî ji bo heya roja şemiyê saet 12.00an hat dirêjkirin.

Iraqê di 28ê Sibatê da êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê şermezar kiribûn û ragihandibû ku qada xwe ya asîmanî ji bo 24 saetan ji firînan ra girt. Iraqê ev mawe di pey ra 24 saetên din jî dirêj kiribû.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 787 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın