Neysenî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve kêfa wî ji heywanên dirinde re tê. Neysenî, destnîşan kir ku li hewşa mala xwe 2 şêr xwedî dike. Neysenî got ku hewşa mala xwe kiriye bexçeyekî biçûk ê heywanan û sal û nîvek berê jî hewşa xwe ji bo ziyaretê vekiriye û yên ku tên eleqeyekî mezin nîşanî şêran didin û wênayan dikşînin.
Neysenî, diyar kir ku mereqa wî li ser xwedîkirina heywanên dirinde heye û wiha axivî: "Ez 10 salî bûm min weşaq xwedî dikir. Niha jî 2 şêr xwedî dikim û yek nêr ê, yek jî mê ye. Carna têjikên wan çêdibin û li têjikan jî dinihêrim. Neysenî destnîşan kir ku di çavdêriya beytar de şêran xwedî dike û got ku hemû mesrefên heywanan ji kîsê xwe dide.
Bîlal Seyfê ku hatibû dîtina şêran diyar kir ku tenê li bajarê Selaheddînê bexçeyê heywanan heye û got ku Neysenî deriyê xwe bêpere ji ziyaretvanan re vekir û ez wî pîroz dikim.