KERKÛK
Hat diyarkirin, Iraq ji bo ku bi welatên derdora xwe re bazirganiyê pêşve bibe û têkiliyên xwe xurtir bike dê rêyên transît çêke. Di projeya rê de navenda ewil Kerkûk e. Piştî demekê dê heman rê bigihêje Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî.
Midûrê Karên Otorê û Pireyan a Kerkûkê Qasim Hamza der barê projeyê de agahî da AAyê û got: "Bi taybetî ev rêya ku tê plankirin him ji bo aboriya welêt û him jî ji bo ewlehiya Kerkûkê pir girîng û stratejîk e."
Hamza diyar kir ku sermaliya çêkirina vê rêya transît jî nêzî 63 milyon dolar e û ew pere jî dê ji fona pêşveçûna herêmê bê dayîn.
Hamza wiha dewam kir: "Ev pereyên ku ji petrolê tên ji bo pêşveçûna herêm û bajaran tê xerckirin. Em wisa hêvî dikin ku ev proje hetanî 2015an biqede. Wesayîtên ku bar dibin û tînin bajaran û derveyê welêt dê vê rêye bi kar bînin. Ev rêya ewil Bexda, Kerkûk di serî de bajarên welêt dê bi hev du ve girê bide. Paşê jî çûyîn û hatina li dewletên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê dê hêsantir bike."
Projeya rêya transît di merheleya îhaleyê de ye û heya niha hin fîrmayên înşeatê pêşniyar dane û biryar jî dê ji aliyê Encumeniya Bajarê Kerkûkê ve bê dayîn.
Hamza ragihand ku rê dê dualî be û her alîyek dê ji 3 şerîdan pêk bê.