Elif Irmak
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 26 Îlon 2020
Hêzên Îsraîlê dema midaxaleyî xwepêşandana ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî dijî niştewarên cihûyan û Dîwara Veqetînê (Şerm) hat lidarxistin dikirin Nîdal Iştiyyeyê fotonûçegohanê serbest ê Ajansa Anadoluyê jî di nav da 7 Filîstînî birîndar kirin.
Filîstînî li bajaroka Kefr Kadduma li ser Nablusa bajarê Şerîaya Rojava ji bo bertek nîşanê niştewarên dereqanûnî yên cihûyan û Dîwara Veqetînê bidin xwepêşandan li dar xistin.
Hêzên Îsraîlê bi guleyên plastîk û xaza rondikrêj midaxaleyî xwepêşandêran kir û hember vê jî Filîstîniyan kevir avêtin.
Fotonûçegihanê serbest ê AAyê Iştiyyeyê ku xwepêşandan dişopand û 6 xwepêşandêr bûn hedefên guleyên plastîk ên hêzên Îsraîlê.
Iştiyyeyê ji lingê xwe bi sivikî birîndar bû diyar kir ku ekîbên tenduristiyê yên Filîstînî yên li herêmê tedawiya wî kirin û rewşa wî baş e.
- Hêzên Îsraîlê di nav 5 mehan da du caran birîndar kir
Iştiyye di meha gulanê da jî dema ku xwepêşandanên li Kefr Kaddumê dişopand bi guleyê plastîk ê hêzên Îsraîlê ji lingê xwe birîndar bibû.