Elif Irmak
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 26 Îlon 2020
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketibûn lê paşê baş bûn ji 24 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 24 milyon û 48 hezar û 380 pêketiyên vîrusê baş bûn.
5 welatên ku herî zêde nexweş lê baş bûn Hindistan ((4 milyon û 812 hezar û 155), Amerîka (4 milyon û 458 hezar û 218), Brezîlya (4 milyon û 23 hezar û 789), Rûsya (934 hezar û 146) û Kolombiya (674 hezar û 961) ye.
Li Tirkiyeyê 273 hezar û 282 pêketiyên vîrusê baş bûn.
Di şewba Kovîd-19ê ya ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belavî dinyayê bû da jimara waqieyan li tevahiya dinyayê ji 32 milyonî derbas bû, ji 989 hezarî zêdetir mirov ji ber vîrusê mirin.