ÎSTANBÛL
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Saziyên Sivîl a Alema Îslamê (ÎDSB) û Kordînatorê Platforma Alîkariya Însanî Alî Kûrt diyar kir ku mirov li Sûriyeyê di nav zext û zorê de dijîn û pêdiviya wan ji xurek bigire heta sitargeh, cil û berg û dermanan heye û wiha axivî:
"Zarok ji serma û birçîna, kal û pîr jî ji bêxwedîtiyê dimirin. Her wiha birîndar, dê û bav dimirin. Bi rastî mirovahî li ber çavên mirovên xemsar dimirin."
Ji bo ku di serî de li zarok, jin, pîr, kal û nexweşên ku li Sûriyeyê ne alîkarî bikin, rêxistinên wek Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Bobelatê, Heyva Sor a Tirk (KIZILAY), HAK-ÎŞ, Weqfa Diyanetê, Memûr-Sen û Anadolu Agencyê di bin banê Platforma Alîkariya Însanî de di 22yê çileya paşîn de dest bi Kampanyaya "Hewcedariya Min Bi Te Heye" kiribûn. Kampanya bi destê 250 saziyên civakî yên sivîl li dinyayê belav bû.