Nihat Kavşut
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê destnîşan kir hevdîtinên li ser vîzeyê ya di navbera lijneya DYAyê û rayedarên Tirkiyeyê da baş derbas bûn û wiha got: "Ji bo pêşniyaza avakirina komîteyeke hevbeş em li ser şert û mercan axivîn."
Nauertê di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane da der barê hevdîtinên vîzeyê yên lijneya DYAyê di serokatiya Jonathan Cohenê Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva da li Tirkiyeyê bi rayedaran ra kir daxuyanî da.
Heather Nauertê der heqê hevdîtinên vîzeyê da wiha got: "Hevdîtin baş derbas bû û di ajandaya giştî da em gelek pêşva çûn. Ev rewşeke baş e û geşedan hene. Ji bo pêvajoya vîzeyê normalîze bibe em ê di nav têkilî û pêwendiyên nêz da bin. Ji bo pêşniyaza avakirina komîteyeke hevbeş em li ser şert û mercan axivîn."