Türkan Tosun
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
BRUKSEL
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel got tu welatekî Yekîtiya Ewropayê (YE) naxwaze muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re bên qutkirin û ew dixwaze bi Enqereyê re diyalog dewam bikin.
Piştî Civîna Serokên YEyê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê Merkelê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Merkelê got bi daxwaza Almanyayê li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê hatiye axaftin û wiha axivî: "Di civînê de hin fikar hatin eşkerekirin lê di encamê de fikreke giştî derket holê ku bi temamî têkilî neyên qutkirin. Me ji komîsyonê xwest ku bila ew der barê fonên piştgiriyê yên beriya endamtiyê çawa tê birîn an jî çawa cardin tên dayîn de ji me re teklîfekê amade bikin."
- Di civînê de negot "Bila muzakere bên qutkirin"
Di kampanyaya hilbijartinê de Merkel digot muzakereyên bi Tirkiyeyê re tên kirin bila bên qutkirin lê di civînê de wisa negot, li ser pirseke der barê vê mijarê de jî wiha axivî: "Îşev min behsa fikarên xwe kir. Lê di heman demê de min got ez dixwazim li ser rewşeke hevpar divê lihevkirnek çêbibe. Îşev tu kesî nexwest ku muzakere bila bên qutkirin."