Elif Orhan
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da zanîn ku ji ber bûyerên ku li Kerkûkê qewimîn 57 hezarî sivîlî koçî bajarên Hewlêr û Silêmaniyê kirin.
Navenda Kordînasyonê ya Qeyranê ya Hevpar a di bin banê Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê de ji ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li Kerkûkê ji ber pevçûn, talan û bûyerên sûcê yên ku ji aliyê milîsan ve hatin derxistin 57 hezar sivîlên ku teqabûlê 16 hezar malbatî dike koçî Hewlêr û Silêmaniyê kirin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku hin malbat li înşeatên ku hêj temam nebûne û avahiyên dewletê hatin bicîkirin û bi lez hewcedarî bi arîkariya mirovî heye.