2020 ж. 12 желтоқсан•Rojanekirin: 2020 ж. 15 желтоқсан
Li Kerkûka bajarê Iraqê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê hat kirin da 5 stargehên rêxistinê hatin xirabkirin.
Berdevkê Midûriyeta Polêsên Kerkûkê Amîr Nurî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku polêsên federal li herêma gundewarê başûrê Kerkûkê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon da destpêkirin.
Nurî destnîşan kir ku di çarçoveya operasyona li nêzî Geliyê Garhan Xazanê dewam dike da 5 stargehên endamên DEAŞê bikardianîn hatin îmhekirin.
Nurî got ku di şikeftan da gelek çek, cebilxane û amûrên jiyanê hatin bidestxistin.