31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku beşdarî Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye li Sûriyeyê li dijî rêxistina terorê dimeşîne bûn, di encama êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê da heta niha 128 şehîd dan.
Eskerên ANSê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê fealiyetên xwe yên lêgerîn û kontrolê didomînin.
Eskerên ANSê ku bi rawestana herekatê va sengerên li dewrûbera Til Ebyad û Resûleynê digirin, xebatên xwe yên pûçkirina teqemeniyên destçêkirî yên terorîstan didomînin û tedbîrên ewlekariyê werdigirin.
Li gorî agahiyên ku ji fermandarên ANSê yên li qadê hatin wergirtin, ji 9ê cotmehê vir va hejmara şehîdên ANSê derket 128an, ya birîndaran jî derket 473yan.
- Di 3 rojan da 10 eskerên ANSê şehîd bûn
Herwiha di 3 rojên dawîn da di êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê yên dijî sengeran da 10 eskerên ANSê şehîd bûn, 56 jê jî birîndar bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya 13ê cotmehê da ji bo ANSê wiha gotibû, "Bi rastî jî bi têkoşîneke lehengane va di paqijkirina wargehan ji rêxistina terorê da serkeftinên mezin bi dest xistin."