Abdullah Tel
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakistanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket 73 kes mirin û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.
Serokê Rêhesinên Pakistanê Şêx Reşîd Ehmed daxuyanî da û ragihand ku ekspresa Tezgramê ya ji Karaçiya li başûrê welêt diçû Revalpîndiya li bakurê welêt û li nêzî navçeya Liyakatpurê ya bajarê Rehîm Yar Xanê piştî teqînekê agir pê ket.
Ehmed diyar kir, teqîn ji ber du tupên piçûk ên wek "ocaxa kampê" tê zanîn, çêbû û rêwiyan ji bo ku taştêya xwe amade bikin ev tup bi xwe ra birine. Ehmed got ku piştî teqînê hin rêwî tirsiyan û bi wê tirsê xwe ji trenê avêtine û mirine.
Di agahdarkirinê da Ehmed destnîşan kir ku ji sê wagonên şewitîn 2 wagon cihên erzan û yek jî ya biha bû û hemû bilêtên herdu vagonên erzan jî ji hêla endamên Cimaeta Teblîxê va hatibûn kirîn.
- Piştî xebatên sarkirinê va 8 cesedên din jî hatin derxistin û jimara miriyan gihîşt 73an
Di dîmenên ji cihê bûyerê ku çapemeniya Pakistanê weşand da tê dîtin ku ji bilî ocaxên kampê tupên mezin ên ji bo kîlerê hene û tê gotin ku dibe teqînek bûbe sedema teqînên din.
Piştî qezayê Wezîra Tenduristiya Eyaleta Pencapê Yasmîn Raşîdê diyar kiribû ku jimara kesên di qezayê da can dane gihîştiye 65an û herî kêm 40 kes jî birîndar bûne lê bi xebatên sarkirinê va 8 cesedên din jî hatin derxistin û jimara miriyan gihîşt 73an.
Raşîdê got ku di wagonên şewitîn da bi tevahî 200 kes hebûn.
Serokê Şaxa Lêgerîn û Xilaskirinê ya Rahîm Yarê Baqir Hiseyîn jî destnîşan kir ku di qezayê da hin kesên mirî û birîndar zêde şewitîne û bi taybetî jî hin mirî qet nayên naskirin û wê nasnameya wan kesan bi analîzên DNAyê bê tespîtkirin.
Rayedarên Wezareta Rêhesinan di daxuyaniya ku dan çapemeniya herêmî da gotin ku ocaxa kampê qedexe ye û rêwiyan ew bi dizî kirine trenê.
Ji aliyê din va artêşa Pakistanê jî seba xebatên xelaskirin û tedawîkirinê doxtorên xwe şandin nexweşxaneyên herêmê û cihê qezayê. Artêşê daxuyand ku ji bo rêwiyên rewşa wan giran e û seba şandina nexweşxaneyên din wê ambulansa firoke jî bişîne.
- Serokwezîriyê lêpirsîn da destpêkirin
Serokomarê Pakistanê û Serokwezîrê Pakistanê piştî qezayê daxuyanî dan.
Serokomar Arîf Alvî ragihand ku ji ber bûyerê ew gelek xemgîn e û sersaxî da xizmên kesên di qezayê da can dan.
Serokwezîr Îmran Xan jî wek Serokomar Alvî daxuyanî da û got ku ji bo lêpirsîneke bi lez û bez bê kirin wî emir da.