İbrahim Atmaca
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
PARÎS
Fûara Otomobîlan a Parîsê a Navneteweyî (Mondial de L’Auto) ku ji aliyê hejmara ziyaretvanan va li dinyayê wek fûara herî mezin a otomobîlan tê qebûlkirin, îsal cara 120emîn e ku tê lidarxistin. Fûarê deriyên xwe ji rojnameger û pisporan ra vekir. Volkswagen, Ford, Opel, Volvo, Nissan, Alfa Romeo, Jeep, Mazda, Mitsubishi beşdarî fûarê nebûn.
Organîzatorê fûarê Jean Claude Girot daxuyanî da û wiha got, "Fîrma dibêjin ku di fûarê da cihên teng para wan dikeve, lê ev ne rast e. Barike pirsgirêkên wan ên budçeyê hene. Ez naxwazim reklama fîrmayên ku beşdar nebûn, bikim."
Fîrmayên wek Renault, Citroen, Peugeot, Mercedes, BMW, Audi, Ferrari, Lamborghini, Lotus, Skoda, Hyundai di roja medyayê da modelên xwe yên nû dan nasîn.
Di fûarê da herî zêde eleqe li ser wesayîtên biceyran bûn.
Fûar wê di 4ê cotmehê da deriyê xwe ji ziyaretvanan ra veke û heta 14ê cotmehê wê vekirî be.