Türkan Tosun
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2018
ANKARA
Çiyayê agirîn Soputan ê li Sulawesiya girava Endonezyayê ye teqiya.
Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê ya ku wek çavkanî Navenda Kêmkirina Afatên Jeolojîk û Volkanolojiyê nîşan dide, çiyayê Soputanê ya ku bilindahiya wê hezar û 800 mêtro ye bi saeta herêmî di saet 08.47an da teqiya.
Hat gotin xwelî û dûmana ji çiya avêt heta 4 kîlomêtroyî bilind bû.
Der barê zirarê da hê tu agahî tune.
Li Sulawesiya girava Endonezyayê di 28ê Îlonê da erdhejek û li dû wê jî tsunamî çêbûbû. Hejmara miriyan gihîştibû hezar û 347an.