Elif Orhan
03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
HANGCOU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê îro bi saeta Tirkiyeyê di saet 07.45an de bi Barack Obamayê Serokê DYAyê re hevdîtin bike.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serokomar Erdogan li bajarê Hangcouyê ya ji bo ku beşdarî Lûtkeya Serokan a G20an bibe dê bi Serokê DYAyê Obama re hevdîtin bike.
Her du serok dê piştî hevdîtinê bi saeta Tirkiyeyê di saet 08.20an de civîna çapemeniyê bikin.
Erdogan dê îro her wiha dê bi saeta Tirkiyeyê di saet 06.30yan de bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re hevdîtin bike.