03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
KILÎS
3 fîşengên rokêtan yên ku ji mewziyên DAEŞê yên li Sûriyeyê hatin avêtin li navenda Kilîsê ketin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand 3 rokêtên ku ji sînorê Sûriyeyê hatin avêtin ser eraziyê li tanga Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û Tirbeya Şêx Mihemed Bedewî da ketin.
Roketa ku ser zeviya li tanga tirbeyê ket bû sedema şewatê. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Kilîsê şewat temirandin.
Rokêta ku li tanga Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê ket bû sedema birîndarbûna welatiyekî. Welatiyê birîndar li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Hêzên ewlekariyê bi şirîtan dora ciyê bombeyê girtin, fîşeng bi alîkariya wesayîtên kar derxistin û ji bo lêkolînê birin Midûriyeta Ewlekariya Bajêr.