Elif Orhan
03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
HANGCOU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Hangcouyê ya ku ji bo Lûtkeya Serokan a G20an lê ye bi saeta Tirkiyeyê di saet 18.10an de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat bal hev.
Hevdîtin ki Otêla Shangrî Layê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Beriya hevdîtinê Erdogan û Pûtîn daxuyanî dan rojnamevanan.
Erdogan bi bîr xist ku ji Rûsyayê seferên charterê duh dest pê kirin û nirxandina "Îro jî me mijarên ku em di hevdîtina li St. Petersbûrgê li serê sekinîn car din nirxandin û dê firsenda me çêbe ku em gelek mijarên girîng, ser dahatûyê, hem siyasî, hem aborî, hem herêmî bisekinin."
Erdogan diyar kir ku di mijarên vejenê de nirxandin kirin û dê derfet bibînin ku van mijaran binirxînin û wiha axivî: "Di vê warê de jî ez bawer dikim ku ew pêngavên ku em ê biavêjin dê pêvajoyê gelekî xurttir bikin."
Piştî ku Pûtîn kesên di heyeta xwe de dan nasandin Serokomar Erdogan jî diyar kir ku di heyeta wî de Arîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan hene.