WASHÎNGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marîe Harf, der barê bûyerên tundî yên ku li Iraqê diqewimin de got: "Em bûyerên ku li Enbarê diqewimin ji nêz ve dişopînin. Ji ber gefa El Qaîdeyê em bi hemû serokdewletan re hevdîtinê dikin. Em ji bo ku ev gef ji ser Iraqê rabibe pişgiriyê didin Hikûmeta Iraqê."
Di civîna çapemeniyê ya rojane de rojnamevanekî îdiayên ku El Qaîdeyê hin derên Fellûce û Ramadiyê girtine bin kontrola xwe ji Harfê pirsî ku "Gelo Wezareta Karên Derveyê Amerîkayê ji bo van kirinan çi dibêje?"
Harfê jî bersiv da û got: "Em bûyerên ku li Enbarê diqewimin ji nêz ve dişopînin. Ji ber gefa El Qaîdeyê em bi hemû serokdewletan re hevdîtinê dikin. Em jî bi vê gefê zanin û ji bo ku ev gef ji ser Iraqê rabibe pişgiriyê didin Hikûmeta Iraqê. Ji bo vê jî em her tim bi hikûmeta Iraqê re di nav têkiliyê de ne. Rayedarên me li ji bo vê him bi rayedarên hikûmetê û him jî bi pêşîkêşên mezheban re tên bal hev. Hikûmet ji bo ku bikaribe bi van teroran re têbikoşe lazim e ku piştgiriya gel jî bistîne. Em ji bo aramiya her du aliyan jî dixebitin."
Harfê, diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê li Iraqê jî tundî zêde bûn.