SILÊMANIYE
Li Herêma Kurdistana Iraqa Fedral (HKIF), li navçeya Seyidsadiqa ku girêdayî Silêmaniyeyê ye duh hin welatiyan çalakî li dar xistibûn. Îro jî welatî deketin kuçeyan û çalakiyên xwe domandin. Hêzên ewlehiyê mudaxeleyî çalakiyan kirin û di encamê de 20 kes birîndar bûn û gelek kes jî binçav kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, welatiyan bertek nîşanî mudaxeleya hêzên ewlehiyê dan. Li navçeyê bi sedan kes derketin kolanan û dixwazin ku bila Qeymaqam û çend rayedarên din îstifa bikin û mirovên ku duh hatine binçavkirin bila serbest werin berdan.
Ji ber çalakiyan hêzên ewlehiyê tedbîr hildan û rayedar jî ji welatiyan daxwaz dikin ku bila aram bin. Çalakvan bi diruşmên li dijî rêveberiyê meşiyan û gotin heta hemû hevalên wan ên binçavkirî serbest neyên berdan dê çalakiyên xwe bidomînin. Li ser vê hêzên ewlehiyê mudaxeleyî çalakvanan kirin. Di pevçûnan de 20 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Di çalakiyên duh de jî kesek miribû û 3 hebê wan giran 25 kes jî birîndar bûbûn.