ENBAR
Li Iraqê pevçûnên ku di navbera eşîr û hêzên hikûmetê de derketibûn îro jî dewam kirin. Ji eşîrên Enbarê serokê eşîra Dîlemê Alî el-Hatîm wiha got: "Vî şerê hanê me dernexist, ev şer ji rûyê Malikî de derket û bidawîkirina şer jî di destê wî de ye. Ji ber zilm û zordariya ku ew bi artêşa Iraqê ve li ser me dike, me jî biryar da ku em ê malbat û xizmên xwe biparêzin."
Serokê eşîra Dîlemê Hatîm der barê pevçûnên li bajarên Iraqê yên ku sunnî lê dijîn de derket hemberî çapemeniyê û daxuyanî da. Hatîm wiha got: "Heta ku em hemû heqên xwe bi dest nexin û parlementerê me Alî El-Hatîm serbest neyê berdan, em vê pevçûnê naqedînin."
Hatîm li ser daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî ya ku der barê Enbarê de dabû jî sekinî û got: "Malikî dibêje ku Ramadî û derûdora wê ketiye bin kontrola El-Qaîdeyê, ev tişt ne rast e. Ji ber vê me xwest ku em jî daxuyaniyek bidin. Ji ber zilm û zordariya ku Malikî bi artêşa Iraqê ve dike, me jî biryar da ku em malbat û xizmên xwe biparêzin."
Hatîmî bangî êşîrên ku zarokên wan di artêşa Iraqê de cih digirin jî kir û wiha dewam kir: "Ez bangî eşîrên ku zarokên wan di artêşa Iraqê de cih digirin dikim. Ji zarokên xwe re bibêjin ku bila ji artêşê veqetin. Bila ji bîr nekin ku mirina her leşkerekî ji bo hilbijartina Malikî ya cara sêyemîn dibe sedem. Ez dixwazim ku carek din jî bibêjim, ne rast e ku artêşa Iraqê êrîşî bajaran dike. Em naxwazin sunniyên Enbarê di serî de û yên ku li Diyala û Bexdayê rûdinin tu zirar bigihîje wan.
Hatîmî destnîşan kir ku li bajarên xwe ji bilî alayên eşîran dê nehêlin tu aleke din bê daliqandin û da zanîn ku bila şêniyên bajêr di pevçûnan de zirarê nedin mal û avahiyên fermî.