MÛSIL
Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfî destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka terorê ne di destê wan de ye û ewlehiya Mûsilê di destê leşkerên girêdayî Hikûmata Îraqê de ye û ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin, bi Sererkanê Îraqê re hevdîtinan dikin.
Nûceyfî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser êrîşên bibombe û meriv revandinê sekiniya.
Nûceyfî destnîşan kir ku Mûsil xwediyê çand û dîrokeke kevnar e û Mûsil bi nifusa xwe ya 3 mîlyon û nîvê ve bajarî herî mezin yê duyemîn yê Îraqê ye.
Waliyê Mûsilê Nuceyfî anî ziman ku Mûsil hewcedariyên xwe yên xurekê bi derfetên xwe dikare peyda bike, çavkaniyên wê yên binax û seraxê jî zêde ne lê ji ber bûyerên terorê nikarin van potansiyelan bi kar bînin.
- Li welêt ewlehî tuneye û ev yek bi kêrî terorê tê
Nuceyfî got ku li welêt ewlehî tuneye û ev yek bi kêrî terorê tê û wiha dewam kir: "Li saziyên ewlehiyê li ser dosyeyan bi awayekî cidî nayê sekinandin, lêkolîn nayê kirin. Xebateke ku hemû Îraqê dihundirîne nayê kirin û bi tenê aliyê leşkerî yê bûyeran tê nirxandin.
Nûceyfî destnîşan kir ku pirsgirêka terorê piştî bêîstikrariya siyasî dest pê kiriye û wiha got: "Çareserkirina pirsgirêka terorê ne di destê me de ye û ewlehiya Musilê di destê leşkerên girêdayî Hikûmata Îraqê de ye.