BEYRÛT
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah got: "Em dixwazin Sûriye pirsgirêkên xwe bi awayekî siyasî çareser bike û em piştgiriyê didin çareserkirina siyasî. Bila muxalefeta Sûriyeyê beşdarî Konferansa Cenewre-2ê bibe û vê firsendê binirxîne."
Li paytextê Lubnanê Beyrûdê bi mumasebeta 25emîn salvegera damezrandina Nexweşxaneya Rasûl el-Azamayê merasîm hat lidarxistin û Nasrûllah bi telekonferansê beşdarî merasîmê bû. Nasrûllah bal kişand ser qeyrana Sûriyê û wiha axivî: "Rêya çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ew e ku divê bê şert û merc dest bi diyalogê bê kirin û bi rêyên siyasî pirsgirêkê çareser bikin. Sûriye bila beşdarî Konferansa Cenevre-2yê bibe û vê firsendê binirxîne. Dinyayê jî fêm kir ku bi mudaxaleya leşkerî pirsgirêk çareser nabe. Ji bo vê jî divê demildest dest bi muzakereyên siyasî bê kirin."