ERBÎL
Li Sûriyeyê partiyên Kurd dixwazin di bin sîwana Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) de beşdarî Konferansa Cenevre-2ê bibin.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Mustefa Cûma û Berdevkê Partiya Demokratîk a Kurd (El-Partî) Nûrî Brîmo ku li bajarê Erbîla Herêma Kurdistana Iraqa Federal xebatên xwe yên siyasî dimeşînin, daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku dixwazin di bin sîwana KNSê de beşdarî konferansê bibin.
Nûrî Brîmo got ku "Heger muxalefet di bin sîwana Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de beşdarî konferasê bibe, em ê jî di nav vê koalîsyonê de cih bigirin. Lê eger komên mixalefetê wekî lijneyên serbixwe beşdarî Cenevreyê bibin, wê çaxê em ê jî bi heyeta xwe beşdar bibin. Lê heger Cenevre pêk were."
"Pêkhatina Cenevreyê zor e"
Brîmo got ku "Pêkhatina Konferansa Cenevre-2ê zehf zor e. Lewra faqtorên ku Cenevreyê pêk tînin ji holê rabûne û wiha peyivî: "Êdî ne mimkun e ku rejîm û muxalefet werin cem hev. Lewra bûyerên mirinê, revandinê, serjêkirinê û xizaniyê qewimîn. Elewî sunniyan dikuje, sunnî jî elewiyan dikuje. Nelihevkirin û dijayetiya li hundir zehf e."
Nûrî Brîmo diyar kir ku helwesteke normal e ku kurdan di nav muxalefeta Sûriyeyê de cih girt û wiha dewam kir:
Rejîma Beşşar Esed bi salan e tu mafek nedaye kurdan. Ji ber vê sedemê jî dema şer derket me xwest ku em di nav muxalefeta Sûriyeyê de cih bigirin. Lê muxalefetê em li derve hiştin. Lewra wan digot qey dê di demeke kurt de ji rejîma Esed xilas bibin. Digotin 'Esed çawa hukim li ser kurdan dikir, em ê jî li ser wan hukim bikin.' Lê hesabê wan negirt. Çimkî şer dirêj bû, kûr bû û di navbera dewletan de bû krîzek."
Brîmo diyar kir ku partiyên kurd ji bo ku di nav Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif a Sûriyeyê (KNHŞMS) de cih bigire amadehiyên xwe yên dawîn dike.
"Em ji bo Sûriyeya Federal amade ne"
Brîmo bal kişand ku ji bo bibin perçeyeke Sûriyeya Federal amade ne û wiha got: "Heger ev nebe dê Sûriye bibe sê perçe. Ku wiha bibe em ê jî xwedî li perçeyê xwe (Rojava) derkevin. Heger şer bê ber derê me, em ê jî amadehiya xwe bikin."
-Cûma: "Em ê di bin sîwana KNSê de beşdarî Cenevreyê bibin"
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Mustefa Cûma daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em dixwazin di bin sîwana Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de beşdarî Cenevre-2ê bibin û li ser navê xwe biaxivin."
Cûma bal kişand ku heger Sûriye bibe dewleteke unîter dibe ku dîsa dîktatorî dest pê bike, ji ber vê sedemê jî em Kurdên Sûriyeyê federalîzmê dixwazin.
"Em ê qala rewşa kurdan bikin"
Cûma diyar kir ku dê li Cenvereyê qala rewşa Kurdên Sûriyeyê bikin û wiha axivî: "Em dixwazin ku kurd wekî aliyekî siyasî bên hesibandin û rewşa wan a aboriyê çareser bibe û zimanê kurdî were qebûlkirin. Herêma Kurdan heye û em ji vir re dibêjin Rojava. Kurd li vir dijîn. Tevî sînorên Tirkiyeyê Rojava bi temamî kurd e. Lê ev ne pirsgirêk in."
"Sedema şerê li Rojavayê PYD ye"
Cûma li ser şerê ku li bakurê Sûriyeyê diqewime jî sekinî û diyar kir ku berpirsiyarê şerê li Sûriyeyê PYD ye û wiha axivî:
"Eniya Nûsrayê diyar kir ku PYD piştgirî dide rejîma Esed û dest bi şer kir. Ev dibêjin ku em ne li dijî kurdan, li dijî PYDê şer dikin. Heger em Kurdên Rojavayê bi hev re tevbigeriyana û bi ereban re muzakere bikira, me yê êrîşên Eniya Nûsrayê berteref bikira. Lê PYDê ev derfet neda me. Tim bi tena serê xwe tevgeriya. Hemû hewldanên me yên ji bo diyalogê red kir."
Cûma der barê Konseya Bilind a Kurd de jî diyar kir ku PYDê nehişt ku konsey bixebite û ev nirxandina kir:
"Mesûd Barzanî ji bo ku li Rojavayê hemû terefên siyasî bi hev re tevbigerin pêşengiya damezirandina Konseya Bilind a Kurd kir. Lê PYDê xwest ku ev konsey di bin kontrola PYDê de be û yên dinê li derve hişt. Ji ber vê sedemê jî konsey nemeşiya û 8 meh e jî naxebite. Ji ber vê sedemê jî hikûmeta Kurdistanê destûr neda ku Salih Muslim derbasî Iraqê bibe. Yanî xwestin wiha bibêjin, 'heger hûn dixwazin bi tena serê xwe tevbigerin, hûn ne dostê me ne'."