Malîkî di axaftina xwe ya heftane ya ku di televîzyona dewletê ya Iraqê de hat weşandin de destnîşan kir ku ew ê bêdeng nemînin ku heke Hewlêr bibe navenda operasyonên DÎŞI û beremayiyên Baas û el-Qaîdeyê û wiha got: "Bajar dê yek bi yek bên paqijkirin. Heya ku li Iraqê bihustek axa paqijnekirî bimîne em ê nesekinin."
Malîkî bal kişand ku pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) piştî vekişîna artêşa Iraqê di serî de Kerkûk kontrola herêmên binîqaş kirin destê xwe û wiha dewam kir: "Çek û axa ku dest dane li ser dê paşve bên stendin. Yên ku hatin dê dîsa bizivirin."
Malîkî axaftina xwe wiha domand: "Veqetîn bû xeberdana rojane ya hin kesên bêşerm. Der barê sûcdar û têkçûyan de tiştekî ku em ê ji welatiyên Iraqê veşêrin tuneye. Ez bangî kesên ku bi wan re hevkarî kirin, dikim; van yekîneyên operasyonan, Baasparêz û mezhebparêzên ku bûn maşeya DÎŞIyê bidin sekinandin."
Li welatê ku ev demek e pevçûn lê diqewimin û di desthelatiyê de valahî çêbûye hêzên çekdar ên di serkêşiya DÎŞIyê de kontrola bajarê Mûsil, Tîkrît, Bakûba û Telafrerê kiribû destê xwe. Hin navçeyên Enbarê jî ketibû destê DÎŞIyê û hêzên eşîran.