HEWLÊR
Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî daxuyand ku di rêya azadiyê de, ji bo qedera xwe tayînkirinê ew ê paş ve gav neavêjin û wiha got: "Gelê me bi awayekî azad dê tercîha xwe bike."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ku ji bo gelê Iraqê weşand de li ser bûyerên dawîn ên li welêt û nîqaşên ji bo dewleta kurd a xweser sekinî.
Barzanî got ku ew ê bi referandumê ve biryara pêşeroja xwe bidin û wiha axivî: "Ji bo qedera xwe tayînkirinê em ê tawîzan nedin û paş ve gavan neavêjin. Gelê me yê vî mafê xwe li gor qanûnan û li gor rêzikên welat û netewebûnê bi kar bîne. Gelê me bi awayekî azad dê tercîha xwe bike. Amadehiyên ku hewce dikin û mekanîzmayeke ku vê xebatê bike dê bê avakirin. Dema ku vê bike dê piştgiriya gelê Iraqê bixwaze û dê bi nûneran ve îstişareyan bike."
Barzanî destnîşan kir ku berpirsyarê perçebûn û qeyrana Iraqê ne kurd in û wiha got: "Yên ku Iraqê û pêşeroja Iraqê tehdît dikin, ew kes in ku zagonê bin pê dikin û dixwazin welêt zêdetir perçe bibe. Ew kes hewl didin ku li Iraqê rejimeke nû ya dîktatoriyê çêbibe."
Barzanî daxuyand ku ew naxwazin Nurî el-Malikî di heyama sêyem de cardin bibe Serokwezîr û wiha dewam kir:
"Di van rojên dawîn ên ku welêt di nav rewşeke giran û taluke de ye ev daxwaza Malikî ya ku dibêje cara sêyem bibim serokwezîr, ma gelo dê nebe sedem ku li Iraqê hê zêdetir anarşî, tevlihevî û perçebûn çêbe? Welat dê bi vî awayî nekeve nav têkçûneke bê ser û ber?"
Barzanî got ku ji ber ku Malikî guh neda zagonê û li Iraqê qeyran çêbû, Malikî bi siyaseta xwe ya tekparêz kurd û sunî derve hiştin.
Barzanî wiha dewam kir: "Ma yê ku erebên Iraqê, wek sunî û şiî ji hev veqetand û yê ku welat bi fiîlî perçe kir ne heman hêz e? Dîsa ew ne heman hêze ku toximê mezhebperestiyê reşande dilê Iraqê? Gelê kurd parlementoya xwe û kadroya rêvebiriya xwe ji bo ku qedera wan tayîn bike bi berpirsyariyeke dîrokî ve wezîfedar dike. Kurd ji bo ku mafên xwe yên meşrû biparêzin dê dewam bikin ku gavan biavêjin. Dê tu carê ji vê tawîz nedin."