SULEYMANIYE
Ji ber kuştina rojnamevan Kawa Germîyaniyê ku li bajarê Kelara Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji dayik bûbû, nûnerê polîtburoya Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê Mahmûd Sengawî îfade da. Hat ragihandin ku Sengawî piştî îfadeyê hate girtin.
Li gorî agahiyan, Malbata Germiyanî giliyê Sengawî kir û li ser gilîkirinê derheqê Sengawî de doz hat vekirin. Sengawî, ji aliyê polêsên Kelarê ve hat binçavkirin. Sengawiyê ku bi şev hat binçavkirin îro derxistin dadgehê. Biryar hat dayin ku hetanî kiryarên bûyerê derxin holê dê Sengawî girtî bê darizadin.
Ji aliyê din ve Sengawî daxuyanî da PÛK medyaya ku organeke weşana fermî ya HKIFye û da zanîn ku ji bo edelet pêk bê derketiye dadgehê û got ku kesên ku ji bo Kawa Germiyanî digrîn ku ev girîn ji dil nîne, bila daxwaza darizandina kesên din ên dadgehê bangî wan kiriye jî bikin. Edelet ancax wiha dê pêk bê.
Di 5ê çiriya paşîna 2013an de êrîş li mala Kawa Germiyanî hatibû kirin û Germanî can dabû. Roja borî li ber dadgeha Erbîlê komeke di nav de rewşenbîr û rojnameger jî hebû çalakî kiribû û xwestibûn ku berpirsiyar bên cezakirin.