HELEB
Konseya Giştî ya Şoreşger a Sûriyeyê (SRGC), daxuyand ku firokeyeke aîdê artêşê êrîşê navenda nanpêjekî li herêma Fîrdevsê ya di destê muxalîfan de kir. Di encamê de 2 jê zarok û 3 jê jin bi tevahî 25 kes mirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 20 kes jî birîndar bûn û birîndar sewqê nexweşxaneya li herêma sahrayê hatin kirin.