Abdullah Tel
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê di xwepêşandanên ku li dijî hikûmetê tên kirin da hejmara kesên mirin gihîşt 2yan.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên naxweşxaneyê ne hat hildan hêzên ewlehiyê li Meydana Tehrîrê awayekî tund mudaxeleyî çalakvanên kom bûbûn, kir û di wê navberê da kesekî din jî can da.
Bi dehan ambulansên li Meydana Tehrîrê ne wan kesên ku ji ber bombeyên xazê birîndar bûne dibin nexweşxaneyên derûdorê.
Çalakvanên li Meydana Tehrîrê kom bûbûn û dixwestin ber bi Herêma Kes a ku sazî û avahiyên hikûmetê li wê derê ne va bimeşin rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatibûn û di wê navberê da jî kesek hatibû kuştin.
- Di çalakiyên hefteyek dewam kir da 157 kesan can da
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê pê va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" xwepêşandan hatibûn kirin.
Hêzên ewlehiyê jî bi guleyên heqîqî û awayek tund mudaxeleyî çalakiyan kiribûn û dihat îdiakirin nîşangirên ku xwepêşandêran ji xwe ra dikin hedef jî di çalakiyan da hene.
Lê di encama çalakiyan da hat aşkerekirin ku 157 kes hatin kuştin û 5 hezar û 494 kes jî birîndar bûn.