25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Welatiyên Sûriyeyê yên ji zilma YPG/PKKya rêxistina terorê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê piştî ku Til Ebyad û Resuleyn bi herekata Kaniya Aştiyê ji rêxistina terorê hat paqijkirin li bendê ne ku vegerin malên xwe yên sed mêtro li dûrî sînor.
Herekata Kaniya Aştiyê ya ji bo pêşîlêbirîna li başûrê Tirkiyeyê avakirina korîdora terorê, pêkanîna hizûr û aştiya herêmê dan destpêkirin ji bo welatiyên Sûriyeyê yên ji zilma YPG/PKKya rêxistina terorê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê bû hêviya vegera malê.
Welatiyên Sûriyeyê yên ji ber ku rêxistina terorê dest da ser mal û milkên wan ji Til Ebyad û Resuleynê revîn û xwe sipartin Tirkiyeya bendera ewledar ji bo vegerin axa xwe kelecanî dibin.
Ehmed Sariyê 30 salî yê li Ceylanpinarê jiyana xwe didomîne diyar kir ku li welatê xwe mamostetî dikir.
Sarî got ji ber ku rêxistina terorê hat Resuleynê ji bo parastina zarokên xwe welatê xwe terk kir û hat Ceylanpinarê û wiha axivî: "Her tim pevçûn hebûn. 2 zarokên me hene. Sedema hatina me ya Tirkiyeyê parastin û pêşeroja zaên me ye."
Sari diyar kir ku 7 sal e li Ceylanpinarê dijî û hetanî nika di gelek karan da xebitî û nika li kafeyekê şeftiya restoranê dike û wiha pê da çû:
"Dê û bavê min hê li Resuleynê ne. Carcaran li ser têlefonê bi wan ra diaxivim. Min biriya dê, bav û malbata xwe kiriye. Wekî mayîn min biriya mamosteiyê û xwendekarên xwe jî kiriye. Heke Resuleyn egere halê berê û pevçûn xilas bibin ez dixwazim vegerim welatê xwe. Ez dixwazim hesreta me ya 7 salan xilas bibe."
- Dema Tirkiye bêje herêm ewledar e em ê wegerin welatê xwe"
Yasîn Îsmaîl Xelefê ji ber zilma YPG/PKKya rêxistina terorê mala xwe ya li Til Ebyadê hîşt û bi malbata xwe ya ji 9 kesan pêk tê ra revî û xwe siparte Eqçeqeleyê diyar kir ku 4 sal e li Tirkiyeyê dijî.
Yasîn Îsmaîl Xelef destnîşan kir ku YPG/PKKyê tundî li wan kir ku koç bikin û wiha axivî: "Ez dizanim ku ji bo Ereban ji Til Ebyadê paqij bikin û wan dûr bixin perwerde hildane. Di vê mijarê da polîtîkaya wan ew bû ku merivan birçî bihêlin, feqîr bixin û wan tehcîr bikin. Hemû rêyên bazirganiyê girtin, firsendên kar ji holê rakirin, meriv tî û birçî hîştin ku tehcîr bibin."
Yasîn Îsmaîl Xelef bal kişand ku rêxistina terorê van demên dawîn zeviyan dişewitîne û wiha pê da çû:
Ji bo Herekata Kaniya Aştiyê ji Serokomar recep Tayyîp Erdogan, artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra sipas dikim. Mala min a li Til Ebyadê li ser girekî ye. Her roj bi zarokên xwe ra diçim sînor û em li mala xwe mêze dikin. Înşaellah eskerên Tirkiyeyê dafikan paqij bikin em jî vegerin malên xwe. Min û gelek malbatên wekî min amûrên xwe amade kirin. Dema Tirkiye bêje herêm ewledar e em ê wegerin welatê xwe."