25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Mark Esperê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî hat diyarkirin Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di roja duyemîn ya Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê da li Baregeha NATOyê bi Mark Esperê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra axivî.
Hat diyarkirin Akar û Esper geşedanên li Sûriyeyê û di serî da Herekata Kaniya Aştiyê ya li rojhilatê Feratê meseleyên ewlehî û parastinê û têkiliyên NATOyê û têkiliyên dualî yên eskerî gotûbêj kirin.
Li gor agahiyan herdu wezîran li hev kirin ku diyaloga herdu dewletan bidomin.