Nihat Kavşut
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
HAKKARÎ
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û fermandar li nav welêt serdana xwe ya ewil li Herêma Baregehê ya Dagbaşiyê ya li dorbera Çukurcaya Hekariyê ku li ser sînor û 2 hezar û 270 mêtro bilind e kirin.
Akar tevî Yaşar Gulerê Sererkan, Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Bejayê, Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Esmanî û Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê çû sernana Herêma Baregehê ya Dagbaşiyê ku li ser sînor e.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar li herêma baregehê bi eskerên wezîfedar ra hat bal hev û got: "Hemd ji Xwedê ra ji jor heta jêrê me terorîstên bêbext ji nav sînorên xwe derxistin û em terorîstan teqîb dikin."