İbrahim Atmaca
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
BEXDA
Hat ragihandin, li Besraya ku dikeve başûrê Iraqê ji ber kêmasiya xizmeta qamûyê, bêkarî û gendeliyan duh êvarê xwepêşandan gur bûn û hêzên ewlehiyê gule agir kirin, kesek mir û 25 kes birîndar bûn.
Serokê Komîseriya Mafên Mirovan a Besrayê Mehdî Temîmî daxuyaniya nivîskî da û got ku duh di xwepêşandanên Besrayê da kesek bi guleyên hêzên ewlehiyê mir, 25 kes birîndar bûn.
Duh li Besrayê komek xwepêşandêr derketibûn kuçe û kolanan û agir berdabûn avahiya Şaredariya Besrayê.
Xwepêşandêr 2 roj berê ketibûn avahiya Walîtiya Besrayê û avahî şewitandibû. Di bûyeran da 7 xwepêşandêr miribûn, ji 40î zêdetir xwepêşandêr birîndar bûbûn. Li ser bûyeran Fermandariya Operasyonan a Besrayê qedexeya derketina derva îlan kiribû.