Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout,Enes Canlı,Çağrı Koşak,Mehmet Nuri Uçar
10 Gulan 2021•Rojanekirin: 11 Gulan 2021
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê midaxeleyî welatiyên Filistînê yên li Mescida Eqsayê kirin, hejmara kesên di midaxeleyê da birîndar bûn derkete 305an.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Hîva Sor a Filistînê, 228 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin û rewşa 7 kesan giran e.

Wekî mayîn polêsên Îsraîlê ji ber destê sibê vir da bi bombeya destan, fîşengên plastîk û xaza rondikrêj va êrîşî Filistîniyên li Mescida Eqsayê dikin, 4 saet şûnda polês ji Mescida Eqsayê vekişiyan.

Polêsên deriyên Mescida Eqsayê girtibûn vekişiyan û demekê şûnda deriyên hewşê ji nû va hatin vekirin.

Gelek welatiyên Filistînê yên li hewşa Eqsayê jî ketin hundir, tekbîr anîn û dirûşme gotin.