Haydar Şahin
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Serokê Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê Yûsif el-Qeredawî bangî hemû mislimanan kir ku bira ji bo parastin û mihefezekirina Mescida Eqsayê "serîhildaneke mezin" bidin destpêkirin.
Qeredawî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Divê umeta Îslamê bi karên mezin ra eleqedar bibe. Divê bi Mescida Eqsayê ra eleqeda rbin û li dijî dek û dolab û defikên li ser wê têkoşînê bidin."
Qeredawî ji Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê jî xwest ku bira hewcedariyên mirabitên ku Mescîda Eqsayê li dijî niştecihên cihu û siyonîstan diparêzin bibîne.
"Em dixwazin ne wekî tûrîstan wekî fatîh têkevin Mescida Eqsayê"
Qeredawî fetwaya xwe ya ku digot 'xêncî kesên filistînî ziyaretkirina Mescida Eqsayê heram e' dubare kir û wiha got: "Em dixwazin ne wekî tûrîstan wekî fatîh têkevin Mescida Eqsayê."
Ji bo tetîla "Roş Aşana"ya ku cihû wek destpêka salê qebûl dikin 50 cihû bi Wezîrê Çandiniyê Urî Arîel re roja yekşemê ketibûn mescida Eqsayê. Filistîniyan bertek nîşan dabû vê bûyerê û xwestibûn ku têkevin hûndirê Mescida Eqsayê. Li ser vê leşkerên îsraîlî bi bombeya deng, gaza rondikrêj û fîşengên pilastîk ve midaxeleyî çalakvanan kiribûn. Di dema midaxeleyê de gelek kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene birîndar ketibûn.
Ragêşî ji roja yekşemê vir de dewam dike, duh jî leşkerên Îsraîlê bi postalê xwe ve ketibûn Mescida Eqsayê hetanî ber mînbera ku dora wê camkirî ye hatibûn û derketibûn ser mescidê.