XEZE
Kanal-10ê diyar kir ku Îsraîlê 3 saet piştî destpêkirina "agirbesta berwext" Hamas bi binpêkirina agirbestê sucdar kir û ji Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku agirbest qedandiye.
Agirbesta ji bo 72 saetan
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn û Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry diyar kiribûn ku Hamas û Îsraîlê ji bo agirbesta mirovahiyê ya ku dê 3 rojan bidome li hev kirin e.
Ban û Kerry daxuyaniyeke hevkar weşandin û tê de destnîşan kirin ku Kordînatorê Taybet û Nûnerê NYyê Robert Serry ji bo agirbesta mirovahiyê ji her du aliyan bê şert û merc ji bo 3 rojan sozê agirbestê girtiye.
Li gor daxuyaniyê agirbestê îro di saet 08.00an de dest pê kiribû û hetanî 72 saetan jî dê bidomiya.
Hatibû gotin ku ev agirbest ji bo pêwîstiyên sivîlan gelek muhîm e û bila her du alî jî li gor vê xesasiyetê tevbigerin.