Turgut Alp Boyraz
10 Gulan 2021•Rojanekirin: 11 Gulan 2021
Dema ku polêsên Îsraîlê li ber deriyê Mescida Eqsayê midaxaleyî cimaetê kir, Esat Firatê Nûçegihanê Qudsê yê Ajansa Anadoluyê (AA) ji zikê xwe birîndar bû.
Firat wexta ku bûyerên Harema Şerîf dişopand, polês bombeya deng avêt aliyê derva yê Deriyê Şêran ê Mescida Eqsayê û Firat ji aliyê rastê ê zikê xwe birîndar bû û xwîn ji zikê wî kişiya.
Firat sivik birîndar bû û li cihê bûyerê midaxeleyî wî kirin.
Midûrê Weqfa Mescidê Eqsayê Şêx Omer El-Kîswanî ji hoparlorên Herema Şerîf ra bangî alema Îslamê kir ku alîkariyê bikin.
Mistefa Harûfê nûçegihanê wêneyan ê AAyê di bûyerên îro da cara duyem bi guleya plastîk birîndar bûbû.
Rageşiya derdora Mescida Eqsayê hê dewam dike.