22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
ATÎNA
Parlementoya Yewnanistanê biryar da ku Filistînê weke dewlet binase.
Di civîneke taybet da îro ya parlementoya Yewnanîstanê, pêşniyaza nasîna Filistînê weke dewlet ku Serokê Parlementoyê Nîkos Vuçîs pêşkeş kiribû, di encumena giştî da bi yekîtiya dengan hat qebûlkirin.
Ev biryara parlementoyê, weke pêşnîyazeke hikûmetê ye, bi mebesta nasîna Filistînê ji aliyê Yewnanîstanê ve.
Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas jî ku digel Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras hatibû parlementoyê, dengdan şopand.
Serokwezîr Çîpras, duh piştî civîna digel Mehmûd Ebas daxuyandibû ku ê di demeke nêzîk da welatê wî Filistîn weke dewlet binase û di ji hevra nivîsînan da ê ji dêvla "Rêveberiya Filîstînê" îfadeya "Filistîn" bê bikar anîn.
Hejmareke gelek ji parlementoyên nav Yekîtiya Ewrûpa (YE)yê da, vê taliyê biryarên pêşniyazkirina nasîna Filistînê dabûn. Di nav YEyê da 8 dewlet Filistînê dinasin, di nav wan 8 dewletan da bi tenê Siwêd piştî endambûna YEyê Filistîn nasî bû. Ewên din hê ji dema Yekîtiya Sovyetê ve Filistîn qebûl kiribûn.