23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
GUMULCÎNE
Li behra Egeyê bota ku penaber tê de bûn li nêzîkî girava Bulamaçê (Farmakonîsî) binav bû. Di qezayê de jê 7 zarok 13 kes mirin û kesek jî winda bû.
Ewlehiya qeraxê ya Yewnanistanê daxuyand ku tîman 15 kes xilas kirine, lê ji penaberan derguşek, 6 zarok, 2 jin bi giştî cesedê 13 kesan hatiye dîtin. Ji bilî van kesek winda ye û hewl tê dayîn ku kesê winda bê dîtin.
Di nav kesên hatine xilaskirin de 3 kesên ku rewşa wan giran e rakirin Nexweşxaneya girava Lerosê.