22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
DELHIYA NÛ
Li Yenî Delhiya paytextê Hindistanê balafireke biçûk ket û di qezayê de 10 kes mirin.
Midûrê Îtfaiyeya Delhiyê A.K Sharma daxuyand ku balafireke Hêzên Ewlehiya Sînor li dîwarekî derveyî balafirgehê ketiye û pişt re ketiye zeviyekî.
Sharma got ku 10 kesên di balafirê de bûn hemû mirin.
Balafir ji Delhiya Nû diçû bajarê Rançiyê û tê de 2 pîlot û 8 endezyar hebûn.