Esat Fırat
10 Gulan 2021•Rojanekirin: 10 Gulan 2021
Fayiz Ebu Rumeyleyê kameramanê Ajansa Anadoluyê (AA) li Qudsa Rojhilatê ku di binê dagirkeriyê da ye, wexta ku bûyerên Mescida Eqsayê dişopand, rastî êrîşa polêsê Îsraîlê hat û polêsan lê xist. Polêsan bi guleya plastîk Mistefa el-Harûfê nûçegihanê wêneyan ê AAyê jî birîndar kir.
Polêsê Îsraîlê li Mescida Eqsayê li kameramanê AAyê xist
Di êrîşa polêsên Îsraîlê da kincên Ebû Rumeyle qelişîn, Harûfê ku guleya plastîk li singê wî ket jî rakirin nexweşxaneyê û midaxale kirin.
Piştî nimêja sibê polêsê Îsraîlê bombeya deng avêt nav cimaeta Mescida Eqsayê û paşê bi xaza îsotê û guleyên plastîk midaxaleyî cimaetê kirin.
Di midaxaleya polêsên Îsraîlê da heta niha 278 Filistînî birîndar bûn.