Salih Okuroğlu
04 Mijdar 2023•Rojanekirin: 06 Mijdar 2023
Li Nepalê duh êvarê bi mezinahiya 5,6an erd hejiya, di erdhejê da 128 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Rayedaran ragihand ku navenda erdhejê ji aliyê başûr va 42 kîlomêtre dûrî herêma Jumlayê ya Nepalê ye, tê payîn ku di erdhejê da jimara miriyan zêde bibe û bi gelek cihan ra têkilî qut bû.
Rayedaran got ku ekîbên lêgerîn û xelaskirinê li herêmên çiyayî û gundan mirî û birîndar ji binê kavilan derxistin, ji ber hezazê rê girtî ne û ekîban xwe negihand hin gundan.
Rayedaran got ku li herêma Jakarkotê 92 kes mirin û 55 kes birîndar bûn, li herêma Rukumê jî herî kêm 36 kes mirin, 85 kes birîndar bûn.