Di erdheja Efxanistanê da hejmara miriyan gihîşt 1124an

Ankara
Di erdheja bajarê Kûnerê yê li rojhilatê Efxanistanê ya ku şeva yekşemê bi lerza 6an çêbû da hejmara miriyan gihîşt 1124an.
Hîva Sor a Exanistanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ya ku navenda wê Amerîka ye, der barê erdheja li bajarê Kûnerê ya ku şeva yekşemê çêbû da agahî parve kirin.
Hîva Sor a Exanistanê daxuyand hejmara kesên ku di erdhejê da mirin gihîşt 1124an, ya birîndaran jî bû 3 hezar û 251.
Hat gotin li 3 bajarên li rojhilatê welêt ji 8 hezarî zêdetir avahî hilweşiyane, gelek kes di binê kavilan da mane û xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî dewam dikin.
Rayedaran dest nîşan kir ku veguhestina birîndaran ji herêmê dewam dike û ji ber vê yekê hejmara mirî û birîndaran dibe biguhere.
Rayedaran got li hin deveran ji ber şemitîna axê rê hatine girtin, lê ev rê wê ji nû va bên vekirin ku gihîştina deverên zehmet hêsantir be.
- Xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin
Rayedaran daxuyand ku piştî erdhejê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê çûn herêmê, bi sedan kes di binê kavilan da asê mane û hewl tê dayîn ku ew bên xelaskirin.
Hat gotin ji ber cihên çiyayî û rewşa hewayê ya nebaş ekîb bi zehmetî xwe digihînin hin gundan, birîndarên ku ji binê kavilan tên derxistin bi firokeyan dişînin nexweşxaneyan.
Li ser daxwaza Efxanistanê ya ji bo alîkariya navneteweyî Hindistan, Swîsre, Çîn û Îngiltere jî di nav da hin welatan eşkere kirin ku ew ê alîkariyê bişînin herêmê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.